DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dersa yekem ji Kobarê re silav!

Li xeta sînor di roja 134’emîn de berxwedana Kobanê hate silavkirin, li gundê Miseynterê xwendekarên ku li konê bi kedê hate înşakirin beriya dest bi dersê bikin tevli çalakiya ... 🕔 12:09 26/01/2015 📷5

Leşkeran 3 welatiyên birîndar binçav kirin

Hate hînbûn ku 3 welatiyên birîndarin xwestin ji Rojava derbasî navçeya Cizîrê bibin li ser sînor ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin. Her sê welatiyên birîndar li qereqola leşkeran ... 🕔 11:49 26/01/2015

Zarokê polîsan birîndar kir dê bê emeliyetkirin

Zarokê bi navê S.Ç. ê ku duh li Sêrtê ji aliyê polîsan ve bi giranî hate birîndarkirin dê bê emeliyetkirin. Ji ber ku bombeya gazê li serê wî ket û di serê wî de xisar pêk hatiye ... 🕔 11:45 26/01/2015

Li Kobanê 4 kolanên din hatin rizgakirin

Li Kobanê di encama çalakiyên şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat ku şevê din li seranserî eniya rojhilat hatin lidarxistin de, 4 kolan ji çeteyan hatin paqijkirin û 31 çete hatin kuştin. 🕔 11:20 26/01/2015 📷1

Ciwan li dijî tîryakê meşiyan

Meclîsa Ciwanan a HDK’ê ya Umraniyeyê li dijî tîryak û polîtîkayên asîmîlasyonê meş li dar dixst. 🕔 10:32 26/01/2015 📷7

🔀Polîtîka

Demîrtaş: Nûnerên DAIŞ'ê yên Tirkiyeyê AKP, CHP û MHP ne

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di 1'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Rihayê de axivî û diyar kir ku li Tirkiye û Rojava du xet hene û wiha got: "Du xet hene. Hem li Rojava û hem jî li vir. Yêkê dibêje 'Ez çawa bixwazim hûnê wisa bijîn heke ez dê te bibirim' nûnerê wê xetê li Suriyeyê DAIŞ û hevparên wê ne. Nûnerên wê yên Tirkiyeyê jî AKP, CHP û MHP ye. Xeta duyemîn jî dibêje 'Nasname û hişmendiya te çi be em bi hev re wekhev û azad bijîn' e.Nûnerê vê xetê jî li Tirkiyeyê HDP ye. Li Rojava jî PYD û lehenqê jî YGP û YPJ ye."

🕔16:42 25 📷11 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Jin

Cêwiyên bi navê Dilava û Silava xewna dayika xwe bi cih anîn

Dayika 5 zarokan Xanim Osman 9 sal berê hevserê wê jiyana xwe ji dest da û bi 5 zarokên xwe tenê man. Cêwiyên Xanim bi navê Dilava û Silava bi temenê xweyî biçûk di nav berxwedana YPJ'ê de cih girtin. Dayika Xanim got ku bi tevlêbûna zarokên xwe kêfxweş e û her tim bi rûmet e. Xanim bi baweriyek mezin li benda mizgîniya azadkirina Kobanê ye.

🕔09:17 25 📷5 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Ciwan

Konferansa ciwanên DBP'ê ya Wanê bi dawî bû

Meclîsa Ciwanên DBP'ê ya Wanê bi şîara "Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi Rêbertiya Azad ve" konferansa ciwanên li dar xist. Di konferansê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryarên giring hate girtin

🕔17:08 25 📷9 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Ekolojî

'Xwaze û ekolojiya Amedê tê wêran kirin'

Endamê Gihîştinê ye Meclîsa Ekolojî ya Amedê Sergen Sucu der barê xebatên meclîsê daye pêşişya xwe de axivî û diyar kir ku dê li hember polîtîkayên wêrankirina xwezayê û ekolojiyê bi hemû hêza xwe têbikoşin û çavên xwe ji wan re negirin. Sucu bilêv kir ku reveberiya heremi jî li Amedê biryarên şaş digrin û pêşiya li xebatên wêran kirina xwazayê û ekolojiyê vedike bigre.

🕔09:16 21 📷3 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Jîngeha Kedê

Karkeran banga protestoya Tepe Home kir

DÎSK Naklîyat -Îş'ê ji bo 60 karkerên ku ji ber bûn endamên sendîkayê ji kar hatin derxistin daxuyanî da çapemeniyê. Karkeran bang li hemû kesen kir ku Tepe Home protesto bikin.

🕔17:25 25 📷6 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Panorama