-
Li 4 navçên Amedê tecrîda girankirî ya Îmraliyê hat şermezarkirin 16:47 05.02.2012 Li navçên Sur, Rezan, Peyas û Licê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyên çapemeniyê hat şermezarkirin û hat bibîr xistin ku tecrî sûcê mirovahiyê ye. 5
-
Li Amedê 15'ê Sibatê hate şermezarkirin 16:00 05.02.2012 Li navçeyên Farqîn, Çinar, Bismilê û Erxaniyê yên Amedê, 13'emîn salvegara anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bi girseyî hate şermezarkirin. 29
-
Dozgerê rastî êrîşa çekdarî hat bi giranî birîndar bû - HATE NÛKIRIN
15:49 05.02.2012
Li navça Bazîda Agiriyê Dozgerê Komarê Hakan Kiliç li kolanê rastî êrîşa çekdarî hat bi giranî birîndar bû. 6
-
'Ji bo qatilê zarokên me Erdogan biparêzin hatine gund 15:46 05.02.2012 Heyeta ji endamên komîsyona lêkolîna mafên mirovan a meclîsê pêk tê bi endamên jêrkomîsyona Qilabanê re li gundê Roboskiyê bi dayîkên zarokên xwe di komkujiyê de winda kirine re hevdîtin pêk anî. Xwîşka Serhat Encuyê di komkujiyê de jiyana xwe jidest da Hanim Encu di hevdîtinê de got; "Qatilê vê bûyerê Erdogan e û got; "Ji bo qatilê zarokên me Erdogan biparêzin hatine vê derê. Em pereyên wan naxwazin. Heke di nava 10 rojan de failan dernexînin holê, em jî dê malên xwe bişewitînin û derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bibin. 1
-
Demîrtaş: Ocalan realîteyek e 14:08 05.02.2012 Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di konferansa "Derfetên çareseriya pirsgirêka kurd û rola Ocalan" de diyar kir ku "Ocalan realîteyek e. Bandora wî li ser rêxistina wî û bi milyonan gel heye. Hikûmetê jî bi wî re hevdîtin pêk aniye. Heke di navbera dewlet û PKK'ê de dê aştî pêk bê divê rola Ocalan baş bê zanîn." 8
-
Yıldırım Turker: Nebin qatilê Demîrbaş!
13:39 05.02.2012
Nivîskarê quncikê yê Rojnameya Radîkalê Yildirim Turker, bal kişand li ser rewşa Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş û got; destûr bidin Demîrbaş li derveyî welat tedawiya xwe bibîne û nebin qatilê wî. 1
-
Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê li gundê Bêcûhê ye 13:20 05.02.2012 Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a meclisê ji bo bûyera ku li gundê Roboskiyê lêkolînê bikin serê sibê berê xwe dan gundê Bêcûhê ya Qilabanê. 17
-
Demîrtaş: Mereq nekin ji bihare hindik ma
13:08 05.02.2012
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku AKP'ê bi darezê êrîşî partî û demokratan dike û got: "Em gelekî çiqas tên kuştin zêde dibin in. Derdê wan yê herî mezin ew ê ku pêşiya me bigirin û nehêlin em 15'yê sibatê, 8 Adarê û Newrozê dernekevin qadan. Lê ji bo biharê hindik ma em li qadan nîşan bidin ku ew nikarin me xilas bikin." 6
-
Serokê dadgehê berat xwest du car cezayê muebbetê hate dayîn
11:33 05.02.2012
Heyeta Dadgeha Îzmîrê li Endamê PKK'ê Ozkan Yaşar ku 5 sal berê bi îdîaya teqîn pêk anîye û bûye sedema kuştina kesekî û birîndarkirina 17 kesan ceza barand. Heyetê 2 caran cezaye muebetê da Yaşar. 4
-
Ji bo 'Windayên di bin çavan de' serlêdana testa DNA'yê
11:25 05.02.2012
Kolandinên li baregeha JÎTEM'ê ya Amedê ku hestiyên 26 kesan hatin dîtin didome. Piştî hestiyê 26 mirovan hatin dîtin malbata Alî Tekdag ê 18 sal berê di binçavan de hate windakirin ji bo test DNA'yê serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê da. Tekdag li ber çavên hevsera xwe hate binçavkirin. Li gel hemû serlêdanên malbatê û şahidan disa serlêdan bê encam man. 3
NÛÇE
Li Edeneyê polîsan mudaxele li çalaiya 15'ê Sibatê kir
12
Çandar: Divê Ocalan weke partnerê mûzakereyê yê pêşîn bê dîtin
15
Li 4 navçên Amedê tecrîda girankirî ya Îmraliyê hat şermezarkirin
5
Komcivîna Erdheja Wanê berdewam dike
6
Haşîmî, Mutlek û Malîkî dicivin
POLÎTÎKA
Demîrtaş: Mereq nekin ji bihare hindik ma
6
PYD: Polîtîkayên Herêma Federal a Kurdistan xizmeta kurdan nake
1
Altan Tan kuştina Serokê Weqfa Zehrayê ji serokwezîr pirsî
Nîmet Abdullah: Em heta dawî piştgiriyê didin konferansa neteweya kurd
4
Bîrtane: Em dixwazin demsala buharê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan pêk bînin
3
