- Malbata HPG'î Yavuz a li Pasûrê wêrankirin 20:37 18.05.2012 Xaniyê malbata endama HPG'ê Fatma Yavuz a li Pasûra Amedê ku di 7'ê gulanê de li navçeya Tetwanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate wêrankirin. Balkêş e piştî Serokê AKP'ê yê Pasûrê çend roj berê ji aliyê endamê HPG'ê ve hate revandin malbata Yavuz hate wêrankirin.
-
Kaypakaya û Agirê Çaran hatin bibîranîn
16:00 18.05.2012
Pêşengên Tevgera Şoreşgerên Tirkiyeyê Îbrahim Kaypakkaya, Orhan Bakir, pêşeng û sazûmankarên PKK'ê Haki Karer, pêşengên PKK'ê Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengin, li Stenbol, Amed, Sêrt, Riha, Wan û Şirnexê bi girseyî hatin bibîranîn. Di bîranînan de hate diyarkirin ku dê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane bilind bikin û pêş bixin. 45
-
'Divê gelê tirk li hemberî komkujiya Roboskiyê serî hilbide' 13:44 18.05.2012 Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li Îdîrê axivî û diyar kir ku berpirsiyarên komkujiya Robosiyê Serokwezîr û Serfermandar e û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ya tevkariya DYE û Îsraîlê dike dibêje wan komkujiya Roboskiyê li ser navê gelê tirk kirin. Divê gelê tirk li hemberî vê yekê serî hilbide." 10
-
Komxebata perwerdehiyê ya KCD'e sibê dest pê dike 13:35 18.05.2012 Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dê sibê komxebata "Di perwerdehiyê de girîngiya zimanê zikmakî" ku 2 rojan bidomîne pêk bîne. 2
-
Şaredariya Rezan danasîna projeya 2012-2013'an kir 13:07 18.05.2012 Şaredariya Rezan a Amedê danasîna projeya xwe ya 2012-2013'an kir. Şaredariyê diyar kir ku li gel xizmeta binesazî û mimarê dê xizmeta Mihrîcana Fîlmên Jinan Fuara Jinan a Rêveberyên Herêmî, Konferansa Jinan a Navneteweyî, Roja Wêjeya Jinan û gelek xizmetên din dê bidin. Di danasina projeyan de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, anî ziman ku ew li gel hemû serdegirtin, binçavkirin û girtinan dîsa bi projeyên mezin xizmetê didin gel. 5
-
Helikopterler Zozanê Şenê bombe dike 12:17 18.05.2012 Operasyona li herêma sêgoşeay Mûş, Çewlîk û Amedê dest pê kiribû bi piştgiriya helîkopteran didome. Helîkopterên ku tev li operasyonê dibe çiya bombe dike û koçerên ku derketine zozanan jî ji herêmê derdixin. 7
-
Di navbera çar çiyan de sînema!
11:50 18.05.2012
Mîhrîcana Mafên Mirovan a Dêrsîmê ya Navneteweyî ya Duyemîn dê di 25 û 29'ê gulanê de bi slogana "Sînemaya di navbera çar çiyayan de" pêk bê. Di mihrîcanê de dê fîlm û belgefilmên "mafên mirovan, zarok, jin û xwezayê" bên pêşandan. Ji Kolektîfa Filman a Mezopotamyayê Meral Balik têkildarî mihrîcanê de wiha got: "Li Dêrsîmê saloneke sînemayê tuneye. Em li bajarê saloneke sînemayê tuneyî mihrîcana fîlman li dar dixin. Hêvî dikim ku bajarê sînemaya wê tuneyeî bi vê mihrîcanê re sînameyekê qezence bikine." 2
-
Arslan ê ku 68 rojan îşkence dît 20 salin seqet dijî 11:15 18.05.2012 Gundê Bane yê navçeya Basa ya Şirnex ji ber ku cerdevanî qebul nekir di 20'ê sibata 1993'yan de ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin. Welatiyê bi navê Resul Arslan ê ku bûye şahidê tiştên li gund pêk hatin û piştî serdagirtinê hate binçavkirin û 68 rojan dibinçavan de ma, rastî gelek îşkeceyên giran hat. Arslan, ji ber îşkeceya dîtî her du piyên jî ji zendê jê hatin kirin. Arslan tiştên jiyîn hêj weke roja ewil hîs dike. 6
-
Girtîgeh e an kampa koleyan e?
09:42 18.05.2012
Li Girtîgeha Vekiri ya Toprakkale ya Osmaniyê hate idîakirin ku hilberîna gelek kar tên kirin û girtî rojê 14 û 18 saetan di bin zextên giran de dixebitin. Girtiyên ku navê xwe nedan, diyar kirin ku gardiyanê bi navê M. Eyup girtiyan bi sirgunkirina Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê tehdît dike. 5
-
Li Şirnexê tenê doktorekî welidîna jinan heye
08:54 18.05.2012
Li Şirnexê di nava mehekê de di nava 350 û 400 jin welidîn, lê tenê doktoreke jinan a zayînê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Ji ber vê yekê talukeya mirinê zêde ye. Doktorê Pisporê Zayîna Jinan Murat Ekmez, diyar kir ku li navçe û navenda Şirnexê tenê ew doktorê zayîna jinan e û wiha got: "Li welidandinan de heta niha tu jin û zarokên wan jiyana xwe ji dest nedan. Ev ji bo min kêfxweşiyek e. 7
NÛÇE
Li Stenbolê zarokek hate girtin
Malbata HPG'î Yavuz a li Pasûrê wêrankirin
Di qezaya trafîkê de 3 mamosteyan jiyana xwe ji dest dan
Hemwelatiye Azad û Wekhev berdevke xwe hilbijart
9
Yekemîn şitla daristana Bajarê Wanê bi heviyê hat çandin
7
POLÎTÎKA
'Divê gelê tirk li hemberî komkujiya Roboskiyê serî hilbide'
10
Li gorî Gul li Roboskiyê hewceyî baweriya ewlekariya netewî heye
1
Erdogan bi Neçîrvan Barzani re hevdîtin pêkanî
'Gelê kurd ji ber daxwaza ziman û nasnameya xwe rastî zilmê tên'
6
Kişanak: Em ê bi îstîxbarata DYA'ê serî li NY'ê û UCM'ê bidin
1
